Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Barzan- Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê serdana mezarên nemiran kirin

Barzan-KDP.info- Îro 114 sal bi ser roja jidayikbûna Barzaniyê Nemir derbas dibe û bi vê boneyê jî Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê û kesayetî û rêxistinên biyanî serdana mezarên nemiran li devera Barzan kirin.

Her îro bi çendîn çalakiyên curbicur, wek çandina şitlên dara û lidarxistina semînaran li bajar û bajarokên Kurdistanê ew roj hat pîrozkirin. Jibilî nûkirina soz û peymana xwe bo rêbaza pîroz a Barzaniyê nemir. Herwiha behsa xebat û têkoşîna bavê rûhî yê neteweya Kurdî Barzaniyê Nemir hat kirin û tê de amaje bi xebat û têkoşîna nîvsedeyî ya Barzanî ji bo gihîştin bi aramiyê hat kirin.

Li ser mezarên nemiran, Kurdên herçarperçeyên Kurdistanê soz û peymana xwe nû kirin ku herdem li ser rêbaza xebata Barzaniyê nemir bin û hevkar û piştevan bin bo Serokê Herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî, da ku di demeke nêzîk de Kurd serxwebûna xwe rabighînin û xwîna şehîdan vala neçe.