Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Asayişa Şingalê: 250 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane

Şingal-KDP.info- Asayişa bajarê Şingalê ragihand, piştî bûyera Xanesorê bi dehan çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane.

Rêveberê asayişa Şingalê Qasim Simo ji malpera KDP.info re ragihand ku, ji destpêka îsal ve heta niha zêdetirî 250 çekdarên Êzîdî ji PKKê veqetiyane.

Qasim Simo daye zanîn ku tenê piştî bûyera Xanesorê, zêdetirî 100 çekdarên êzîdî ji nav PKKê derketine û roj bi rojî zêde dibe.
Rêveberê asayişa Şingalê daye xuyakirin ku PKKê dixwast kurdên êzîdî li dijî Pêşmerge bikar bîne lê kurdên êzîdî zanîn ku qesta PKKê derxistina aloziyê ye ji ber wê jî jê vediqetin.