Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka: Şingal ne cihê PKKê ye..PKK girûpeke terorîst e

Hewlêr-KDP.info- Derbarê hebûna PKKê ya li Şingalê de rêveberiya Trump yekemîn daxuyaniya xwe da û Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner ragihand, ku di bereya şer de cihê PKKê nîne û Amerîka jî PKKê weke grûbekê terorîst û biyanî dibîne.

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê Mark Toner di civîneke rojnamevanî de got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê derbarê mijara rojavayê Nînowa û bi taybetî jî Şingalê de gotûbêjan dikin. Hewl didin aramî vegere herêmên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.”

Derbarê aloziya vê dawiyê ya li Şingalê ya di navbera Pêşmergeyên Rojava û grûbekê serbi PKKê de Toner diyar kir; “Em ji rewşê agahdar in û hewldidin aloziyan kêmbikin.”

Mark Toner herwiha got; “Gelek caran me behsa aloziyên bi vî awayî kiriye. Li herêmê bi girêdayê hebûna PKKê gengeşî hene. Bi baweriya me ew de ne cihê PKKê ye û ji aliyê me ve ew grûbekê biyanî û terorîst in.”

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê herwiha ragihand, ku beriya çend rojan Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Bret McGurk li Iraqê û Kurdistanê bûye û got; “Em bi berdewamî ligel Iraq, Tirkiye û aktorên Iraqê di nav guftûgoyê de ne. Ji bo nehiştina van tengezariyan bi taybetî jî ligel aliyên kurdî danûstandinê dikin.”

Toner tekez kir, ku ew hewldidin hemû bal li ser şerê DAIŞê bin û pirgirêkên bi vî awayî careke din dernekevin.