Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS: Tişta ku rêjîma Beis nikarîbû bike, PKK anî serê Rojava..PKK Mafya ye

 

Hewlêr-KDP.info- Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ragihand ku tişta ku rêjîma Beis a Sûriyê derheqê Rojavayê Kurdistanê nekir, PKKê anî serê Rojava.

 

Derbarê êrişên çeteyên PKKê li dijî ENKSê li Rojavayê Kurdistanê, Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê kongireyek rojnamevanî lidar xist û tê de amara êrişên wan çeteyan ji girtina serkirdeyên xwe û heta bi êrişa ser ofîsên ENKSê, eşkere kir.

Berpirsê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Xalid Elî di wê kongreyê de ragihand: “Ew endamên me yên ku PKKê ew avêtine binê zindanan, xwedî xebateke dûrûdirêj in û baweriya wan bi mafê gelê wan û bi Kurdistaneke azad heye. Lê em dibêjin ku kes nikare rih û canê kurdayetiyê ji dilê xelkê Rojavayê Kurdistanê derxîne.”

Xalid Elî wiha got: “Rêjîma Sûriyê PKK berda ser çavê me ji bo jinavbirina tevgera rizgarîxwaz a Kurd. Yekem terorkirina siyasetmedarên Kurd ên Rojava li ser destê PKKê bû û heta niha jî terora wê berdewam dike. PKK li Rojava darê destê rêjîma Sûriyê ye. PKK qet ne aliyekî Kurdî ye. Siyaseta wê faşil e. Ew karên ku PKKê li Rojavayê Kurdistanê kiriye, ne Beşar Esesd û ne jî bavê wî nikarîne bînin serê me, ku demografiya Rojavayê Kurdistanê guhertine.”