Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PSK (Bakur): Daxwaza piştevaniyê ji Serok Barzanî kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (Bakur) kir û di wê hevdîtinê de, şanda mêvan ji bo yekxistina nav mala li Tirkiyê, daxwaza piştevaniyê ji Serok Barzanî kir.

Roja çarşem 08.03.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mesûd Tek Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (Bakur) û şandekî li gel kir ku ji endamên Desteya Serokayetiya Partiyê pêkhatibûn.
Di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û aboriya Tirkiye û her wiha doza Kurd li welatê Tirkiye xistin ber behs û guftûgoyan û ronahî jî xistin li ser wan astengî û gefên li Bakur li ber xebata siyasiya Kurd da heye.
Her di vê civînê de li beranber pêşhatên siyasî tekez li ser yek gotariya aliyên niştimanperwerên Kurd li Tirkiye kirin û bi pêwîst jî zanîn ku diyalog û xebatên aştiyane nexşerêya karê siyasiya Kurd bê li Tirkiye.
Di beşekî dinê vê civînê de şanda mîhvan behsa kar û çalakiyên partiya xwe kirin û helwesta xwe ya di derbarê referanduma li ser destûra Tirkiye xistinrû û daxwaz jî li Serok Barzanî kirin ji bo yekxistina navmala Kurd li Tirkiye piştevanê wan bê.
Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî rewşa siyasiya navçeyê û Iraq û paşaroja Kurd li Sûriye û her wiha hevkêşeyên navdewletî û herêmayetiyê şîrove kir û şîretên pêwîst di derbarê doza Kurd li Tirkiye ji bo şanda mîhvan xisterû.