Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandarê Pêşmerge: Em PKK hişyar dikin..Divê ji Şingalê derkevin

 

Şingal-KDP.info- Berpirsê Eniya Şingalê ya Hêzên Pêşmerge Serbest Lezgîn bi fermî serkirdatiya PKKê hişyar kir ku destê xwe nexin nava karûbarê Şingalê de û eger dest ji wê yekê bernedin dê bacê bidin. Herwiha got ku PKK li cem wan tiştekî biçûk e û bername û pilanên pir mezintir li pêşiya Başûrê Kurdistanê ne, lê eger PKK ji Şingalê dernekeve ewê wan derxînin.

 

Îro Şemiya 4-3-2017 Fermandarê Pêşmerge li Şingalê konferanseke rojnamevanî derbarê rewşa deverê lidar xist û di wê kongreyê 5 çekdarên PKKê rizgar kirin.

Berpirsê Eniya Şingalê ya Hêzên Pêşmerge derbarê bûyerên duhî li Xanesorê zanyariyên nû ji medya re eşkere kirin û tê de ragihand: “Bi ti awayekî em ji PKKê qebûl nakin ku li nava Başûrê Kurdistanê sînoran ji Hêzên Pêşmerge re deyne. Em wan hişyar dikin ku eger pirsgirêkeke din ji Başûrê Kurdistanê re derxînin dê baceke mezin bidin. Em şer ligel kesî nakin û ji aliyê Serok Barzanî ve şerê navxwe hatiye heramkirin, lê li hember wan helwestên PKKê em bêdeng nabin.”

Serbest Lezgîn wiha got: “Bila xelkê Şingalê ji xwe bipirsin ku dê ew çi qezencê bikin eger paşeroja zarokên wan di nava refên PKKê de be? Ji destpêka avabûna PKKê û heta niha jî tenê bustek ji axa Kurdistanê rizgar nekirine. Tenê dixwazin aloziyan ji xelkê Şingalê re derxînin. Eger PKK bixwaze li ser şaşîtiyên xwe berdewam be, em bêdeng nabin, ji ber ku PKK bûye bela ji Başûrê Kurdistanê û xelkê Şingalê re. Me bi awayekî fermî serkirdatiya PKKê hişyar kiriye ku destê xwe nexin nava karûbarê Şingalê de û eger berdewam bin jî dê bacê bidin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Em wek Herêma Kurdistanê li dijî şerê navxwe ne, lê dema xelk bela xwe bifroşin me, em neçar dibin ku bersiva şaşîtiyên wan bidin. PKK nikare hûkim li xelkê Başûrê Kurdistanê bike. Serok Barzanî ji xelkê Şingalê re gotiye hûn bi xwe hûkmê xwe bikin û kes nikare destê xwe deyne ser we. Divê xelkê Şingalê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û Şingal perçeyekî neveqetyayî ye ji Başûrê Kurdistanê û bi awayekî giştî Êzdî û %90 ji xelkê Şingalê jî ligel Herêma Kurdistanê ne. PKK xelk ji her derê anîne Şingalê û ew çekdar kirine, da ku tevliheviyê çêbikin.”

Serbest Lezgîn ragihand: “Gelek keç û kurên Êzdî ji aliyê PKKê ve bi saxî hatine veşartin û revandin. Di dema borî de gelek caran pirsgirêk derdixistin û me jî tehemûl dikir. Ev tiştên ku PKK dike, ne xizmeta PKKê dike û ne jî ya xelkê Şingalê, lê divê ew baş zanibin ku ewê baca wê yekê bidin. Beriya 20 rojan Serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da ku Hêzên Pêşmerge li Sinûn û Xanesorî bicîh bibin, PKK jî komek keç û jin şandin pêşiya wan da ku rêgirî li wan bê kirin, lê me ji PKKê re got ku Hêzên Pêşmerge dikarin li hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê hatin û çûyînê bikin û kes nikare rê li pêşiya wan bigire.”

Berpirsê Eniya Şingalê ya Hêzên Pêşmerge wiha got: “Pêşmerge destê wan ji aştiyê re vekiriye. PKK ji bo rawestandina şer pêwendî bi me re kir û me jî şer rawestand. Mixabin hejmarek ciwan bûn qurbanî. PKK dixwest gelek ciwan bên kuştin, da ku navê Pêşmerge kirît bike û navbera Pêşmerge û xelkê Şingalê têk biçe. Em PKK hişyar dikin ku divê ji Şingalê derkevin.”