Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Pirsgirêkên Mûsilê ji piştî DAIŞê careke din derdikevin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, heger rêkeftineke siyasî bo Mûsilê ji piştî DAIŞê nebe, careke din pirsgirêk dê derkevin.

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li sînatorê berê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îtalyayê, herwiha dostê gelê Kurd Gianni Vernetti de avakirina mîkanîzmeke nû bo dariştina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi armanca peydakirna aramiya navçê li ser binemaya wekhevî û berjewendiyên hevbeş bi pêwîstî binav kir.

Di wê derbarê de Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tekezî li pêkvejiyanê li Kurdistanê kir û ragihand, Kurdistan cihekî aram e bo hemû penaberan e, ku ji tirsa tundûtûjiyê û hevqebûlnekirinê li navçeyên cuda yên Rojhilata Navîn direvin e.

Ji aliyê xwe Gianni Vernetti dupatî li ser wê yekê kir ku, Îtalya herdem dibe piştevaniya berjewendiyên stratîjîk ên gelê Kurd.

Mesrûr Barzanî amaje bi pirsgirêkên Mûsilê ji piştî DAIŞê kir û ragihand, pirsgirêkên berî dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê hebûn,

piştî rizgarkirina wî bajarî careke din dê serî hildin, heger rêkeftineke siyasî li çawaniya birêveberiya bajar di navaber pêkhateyên wê de çê nebe.