Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çima PKK metirsî ye li ser Kurdistanê?

Zikrî Mûsa

Ew xwe wek xwediyê Kurdistanê didin naskirin û hemû xelkê Kurdistanê jî wek mêvan dibînin. Bi zelalî ji kadroyên xwe re gotine ku armanca wan ew e ku jibilî wan, ti partiyeke din li Kurdistanê nemîne. Eger ti ji wan re bêje ez jî Kurd im, dê xwe Kurdbûnê jî bêrî bikin. Eger ti bêje ez serxwebûna Kurdistanê dixwazim, PKK bi eşkere dibêje ezê li dijî te rawestim. Li cem wan dewleta Kurdistanê şerm û hetîketî ye.

PKK xwedî hizrekî totalîtarî û mîlîtarî û dîktatorî ye, li ser bingeha tundrewtirîn awayê sosyalîzim û çepgeriyê hatiye avakirin. Sîstema herî pêşketî ya ku PKK dikare ava bike, sîstema Koriya Bakur e.

Li memleketa wan, nabe ti hizr û nêrîneke din hebe.

Yê ku ligel wan nebe, xayîn e. Kadro û alîgirên xwe fêrî axaftinên xerab kirine û ji wan re gotine ku tenê 2 reng hene, yan spî û yan jî reş, û ti rengekî din tune ye.

Zarok û ciwanên Kurd direvînin û wan fêr dikin ku êdî ji malbat û civak û hemû nirxên Kurdistanê dûr bikevin.

Ew li dijî ala Kurdistanê ne û 77 alên xerîb ji xwe re çêkirine, ew jî ji bo jihevbelavkirin û xapandina Kurdan.

Partiyeke dewlemend û xwedî pere ye, lê çavkaniya wê ya darayî nexuya ye. Li her cihekî Mafya û madeyên hişber hebin, destê wan tê de heye.

Beriya 20 ji derketina wehiş û gornebaşên mîna DAIŞê ku me dît çawa xelkê li Mûsilê di qefesan de dişewitînin, beriya wan PKK zarokên Kurdan li gundê Dêzû yê devera Mizûrê di nava derguşan de dişewitandin.

Hevpeymaniya xwe ligel wan hemû hêz û dewletên ku li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, girê daye.

Ti rêzek ji peyman û îmze û rêkeftinên xwe ligel aliyên Kurdî negirtiye û bi hêsanî wan peymanan dişkîne, lê eger tê ser hevpeymanî û peyamên xwe yên ligel neyarên serxwebûna Kurdistanê, pir dilsoz e.

Niha beşek in ji hevpeymaniya Malikî û Esed û Heşd û Îran û berjewendiyên wan cîbicî dikin.