Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bela xwe nefroşin Kurdistanê Bextiyar Şaxî

PKK, wek hêzeke ku hergav daxwazên xelkê cîbicî dike, tenê bi fermanekê amade bû hemû hêzên xwe ji navçeya Minbicê vekşîne û vekişandin. Ne xwîna wan hemû ciwanên Kurd ên ku di ber rêjîma Sûriyê dan kuştin, li ber çav girtin û ne jî karîbû gilî bikin, ji ber ku ew erka ku ketibû ser milê wan, êdî bi dawî hatibû û berdêla wê jî wergirtibûn. Lê di nava wan hemû şer û guhertinên Sûriyê de yê ku baca kar û reftarên PKKê da, gelê Kurd e, ku hinek maye destvala vegerin xala destpêkê.

PKK, bi wan karên xwe yên xweferizkirin û tekrewiyê, paşeroja Kurdan li Sûriyê xistiye ber metirsiyê. Li Başûrê Kurdistanê jî xwe kiriye beşek ji wan hewlên xerab ên ku li dijî Kurdistanê tên dan.

Xelkê Şingalê naxwazin ti hêzeke ku xizmeta dagîrkeran dike, li navçeya wan hebe, ew hêz çi Heşda Şeibî be yan Heşda PKKî be. Divê PKK ji navçeya Şingalê derkeve û eger heta niha li gorî gotina wan ji bo bergîriyê li xelkê Şingalê ew hatibûn navçeyê, êdî erkê wan bi dawî bûye û em spasiya wan dikin û daxwazê ji wan dikin ku ji Şingalê derkevin. Ew jî wek çawa Hêzên Pêşmerge çûn Kobanî rizgar kirin û piştî nemana metirsiya DAIŞê vegeriyan û wek PKKê li Şingalê xwe li wir nekirin xwediyê cih û deselatê.

PKK û ew aliyên ku wê dibin û tînin, herwiha ew aliyên Herêma Kurdistanê yên ku ji PKKê re li daholê dixin, divê baş zanibin ku ne berjewendî ş ejîndayên dijminên Kurdistanê û ne jî pîlanên PKK, nikarin rê li pêşiya karwanê serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Tiştek bi navê şerê birakujî naqewime, ne Tirkiye dikare û ne jî Îran jî bi riya handana xwe ji bo PKK û dostên wê, dê karibin bighên wê hêviyê. Heriwha dê kes jî nikaribe ejînda û berjewendiyên dijminan li ser Kurdistanê feriz bike. Ji ber ku ew Pêşmergeyên ku pişta DAIŞê şikandin, Kurdistanê diparêz in.