Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Pêşmerge: Ji bo tevgeradi nava Başûr de, em destûrê ji ti kesan wernagrin

 

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ragihand, ku hêzekî pêşmergeyan li nahyeya Sinûnê mijûlê proseyekî asayî yê bicîhbûnê bûne lê grûbekê ser bi PKKê teqe li wan kiriye.


Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgurd Hikmet derbarê bûyerên li Xansorê de daxuyaniyek weşand û diyar kir; “Êvara roja 2ê Adara 2017ê Hêzên Pêşmerge li nahyeya Sinûnê mijûlî proseyekî asayî yê bicîhkirina yekîneyekê xwe bûn. Ji aliyê grûbekê ser bi PKKê ve hatine astengkirin û paşî teqe li Hêzên Pêşmerge hatiye kirin.”
Berdevkê Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de eşkere kir; “Em di vir de radigihînin, ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li nav xaka Kurdistanê azad e û li ku derê bixwaze dikare hêzên xwe bixe tevgerê yan jî bicîh bike. Ji bo vê jî destûrê ji ti kesan wernagre.”
Di daxuyaniyê de Hîkmet tekez kir, ku pêşmerge erkê xwe yê parastina Kurdistanê bicîh tîne, ti daxwazeke wan ê şer nîne û herwiha naxwazin li herêmê di şer û pevçûnek jî derbikeve.