Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Divê rêkeftineke siyasî li Mûsilê bê kirin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina di navbera Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê taybet ê Almanya bo aramiya Rojhilata Navîn, tekez li ser destpêkirina diyalogeke cidî ji bo avakirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên parêzgeha Mûsilê, hat kirin.

Îro 23-2-2017 Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Êkhard Bros Nûnerê taybet ê Almanya bo aramiya Rojhilata Navîn kir.

Di wê hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî li Iraqê bi giştî û operasyona rizgarkirina Mûsilê û çawaniya vegera koçberan bo ser mal û warê xwe, hat nirxandin.
Herwiha herdu aliyan tekez li ser destpêkirina diyalogeke cidî ji bo avakirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên parêzgeha Mûsilê, kirin.

Mesrûr Barzanî derbarê çawaniya birêvebirina Mûsilê li piştî derxistina DAIŞê, ragihand ku pir girîng e rêkeftineke siyasî hevbeş hebe mîna rêkeftina leşkerî ya ku niha di operasyona Mûsilê de heye, ji ber ku eger rêkeftine siyasê di navbera aliyên pêwendîdar de neyê kirin, dibe ku piştî operasyona leşkerî, ew pirsgirên û nakokiyên siyasî yên ku beriya hatina DAIŞê hebûn, careke din derkevin holê.

Nûnerê taybet ê Almanya bo aramiya Rojhilata Navîn qehremanî û qurbanîdana Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞl de bilind nirxand û tekez kir li ser hevkarî û alîkariyên leşkerî yên Almanya bo Herêma Kurdistanê kir.