Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çavdêr: Hemû bingehê dewletbûnê di Başûrê Kurdistanê de hene

 

Bexda-KDP.info- Çavdêreke siyasî dibêje, Herêma Kurdistanê hemû bingehên dewletbûnê de hene, lewma jî welatên cîhanê wek dewletekê kar ligel Herêma Kurdistanê dikin. Herwiha dibêje, divê careke din em hizra ketina bin destê Bexdayê nekin û hewlên xwe zêdetir bikin ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê.

Çavdêra siyasî û parlamentera berê ya Iraqê Şilêr Ezîz ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê hemû bingehên dewletbûnê tê de hene, lewma jî welatên cîhanê wek dewlet kar ligel Kurdistanê dikin û serok û serkirdeyên welatan serdana Hewlêrê dikin, da ku nêrîna Kurdistanê li ser şerê li dijî DAIŞê werbigirin.”
Şilêr Ezîz wiha got: “Eger em di nav xwe de yekgirtî bin, emê karibin nêzîk serxwebûna xwe rabighînin û dê welat jî piştgiriya me bikin. Dema serokê welatan serdana Kurdistanê dikin, ji ber ku Kurdistan bûye cihê baweriya hemûyan. Ez 4 salan li Bexdayê bûm û ji me re derket ku ew ti demekê naxwazin îtîrafê bi mafê me bikin, lewma jî pêwîst e em hewlên xwe zêdetir bikin ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê.”