Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Urdin: Em rola Pêşmerge bilind dinirxînin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê, Konsulê Giştî yê Urdinê, rola Hêzên Pêşmerge di şikandina terorîstan de bilind nirxand.

Îro 22-2-2017 li Pîrmam, Hoşyar Sîweylî Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê, pêşwazî li Heysem Ebûlfûl Konsulê Giştî yê Urdinê kir.

Di wê hevdîtinê de, Konsulê Urdinê rola Hêzên Pêşmerge di şikandina terorîstan de û qurbanîdana di ber parastina navçeyê bi giştî, bilind nirxand, ji ber ku bi keda wan gefa terorîstan li ser navçeyê kêm bû.

Di beşeke din a wê hevdîtinê de, behsa peyam û hewlên Serok Barzanî û rêveberiya PDKê bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan hat kirin.

Di dawiya wê civînê de, Sîweylî ragihand ku gelê Kurdistanê wê demê jibîr nake ku Urdin piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê ragihand û spasiya alîkariyên Urdin bo Kurdistanê kir. Herwiha hêvî xwest ku pêwendiyên herdu aliyan bihêztir bibin.