Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda dîplomatîk û leşkerî ya Kongrês: Em li pişta Herêma Kurdistanê ne

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Kurdistanê de, şanda dîplomatîk û leşkerî ya Kongrêsa Amerîka ragihand ku ew li pişta Herêma Kurdistanê ne.

Îro Çarşema 22-2-2017 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Kongrêsa Amerîkayê bi serokatiya Endamê Kongrês Co Wêlsn û şandeke dîplomatîk û leşkerî kir.

Di wê hevdîtinê de, Co Wêlsn kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya duyem bo Herêma Kurdistanê û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê nîşan da û rola xelkê û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û parastina hemû pêkhateyan bilind nirxand.

Herwiha pirse û sersaxî ji malbatê şehîdên li dijî terorê ragihand û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Co Wêlsn hêviya bihêzkirina zêdetir di pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de xwest û tekez jî kir li ser berdewamiya piştgirî û alîkariyên welatê xwe bo Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî sipasî şanda mêvan kir li ser alîkariyên berdewam ên Amerîka bo Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê û perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge û alîkariya koçberên ku li Kurdistanê be.

Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku ji ber kirîza darayî, barekî giran ketiye ser milê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî derbarê vê yekê de alîkariya Kurdistanê nake, lewma jî Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.