Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê mizgînî da fermanberan

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herîma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, hikûmet niha pêdaçûnê li ser sîstema pakeftina meaşan dike û hewldidin meaşên karmend û meaşxuran di dema xwe debidin.

Berdevkê Hikûmeta Herîma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro Çarşemê (22-02-2017) di civîneke rojnamevanî de bersiva pirsa Rûdawê da û ragihand; “Hikûmet niha sîstema paşketina meaşan lêkolîn dike. Ji bo meaş di dema xwe de bên dayîn komîsyon hatine avakirin.”

Sefîn Dizeyî daxuyand, ku di destpêka sala 2016ê de hikûmetê biryara paşketin û kêmkirina meaşan daye û ev biryarekî zehmet bûye ji bo hikûmetê û got; “Aliyên pêwendîdar niha mijûlî sererastkirina vî mijarî ne. çi biryar bê stendin dê di berjewendiya meaşxuran de be.”

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir; “Komîsyon li ser 3 xalan disekinin. Dahata hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşniyarên Wezareta Darayî û pêşniyazên komîsyonên lêkolînê pêşkeşî Civata Wezîran kirine dê bên nirxandin.”
Dizeyî got; “hikûmet dixwaze meaşên hemû kesan di dema xwe de bide. Ev paşkeftin ne bi daxwaza hikûmetê lê bi neçarî bûye.”