Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Oland: Emê berdewam bin li ser piştgiriya Kurdistanê..Asayişa Kurdistanê ji me re girîng e

 

Parîs-KDP.info- Serokomarê Fransa Franswa Oland ragihand ku wan piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye û dê berdewam bin jî li ser piştgiriya Kurdistanê. Herwiha tekez kir ku asayiş û ewlehiya Herêma Kurdistanê ji wan re girîng e.

Îro 21-2-2017 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Koşka Êlîzê ligel Serokê Fransa Franswa Oland civiya û piştî civînê herdu aliyan kongreyeke rojnamevanî lidar xistin.

Di wê kongreyê de, Serok Barzanî ragihand: “Ez hatime vir da ku beriya her tiştî spasiya cenabê Serokê Fransa bikim, li ser helwêsta wê ya mirovane li hemberî gelê Kurdistanê, ku di rojên dijwar de bi hewara me ve hat.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Me di civîna xwe de behsa şerê li dijê DAIŞê kir û me behsa çawaniya alîkariya hev jî kir, herwiha Fransa çawa alîkariya Hêzên Pêşmerge bike.”

Derbarê nêrîna Serokmarê Fransa, Serok Barzanî wiha got: “Gotûbêjên me pir dostane bûn û em pir nêzîkî hev bûn.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Fransa derbarê civîna xwe ligel Serok Barzanî ragihand: “Ez bi xwe çûm nava Hêzên Pêşmerge li xêza pêşî ya şerê li dijî DAIŞê. Ew cihên ku Hêzên Pêşmerge rizgar kirine, niha aramî û asayişeke temam li wir heye. Min daxwaz ji Serok Barzanî kiribû ku serdana Fransa bike da ku em piştgiriya xwe ji wî diyar bikin.”

Derbarê serdana Serok Barzanî, Franswa Oland wiha got: “Hûn dizanin ku pêwendiyeke kesayetî jî di navbera me de heye, lewma jî ez pir kêfxweş in ku li vir pêşwaziyê li Serok Barzanê dikim.”

Derbarê helwesta Fransa li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Serokê Fransa ragihand: “Ez li ser tiştekî ku hêj nebûye, na axivim, lê tişta ku girîng e asayiş û ewlehiya Herêma Kurdistanê ye. Sala 2014 dema ku Herêma Kurdistanê di şer de bû, min serdana wir kir, bo piştevaniya Fransa bo Herêma Kurdistanê.”

Oland ragihand: “Hêzên Pêşmerge roleke girîng di destpêka operasyona Mûsilê de dîtin û niha hêzên Iraqê wê operasyonê berdewam dikin, em jî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de piştevaniya wan hêzan dikin, da ku derbeyeke mezin li DAIŞê bidin.”