Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şîrketa Rûsî dê petrola Kurdistanê bikre

  London-KDP.info- Şîrketa Rosnefta Rûsyayê ragihand, ku wan ji bo kirîna petrola Kurdistanê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek îmze kirin.

Li gorî vê girêbestê dê şîrketa Rosneftê ji bo heyama 3 salan dê petrola Herêma Kurdistanê bikire û veguheze parzûngehên xwe yên li welatên cuda yên cîhanê.

Rêveberiya Cîbicîkar a Şîrketa Rosneftê jî diyar kir, veguhestina petrola Kurdistanê ji bo parzûngehên cîhanê dê şiyanên şîrketê zêdetir bike.

Girêbesta di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketa Rosneftê de li Londonê di dema konferansa heftane ya petrolê de hate îmzekirin.

Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hijûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ragihand ku, ew girêbest dê bibe sedema pêşxistina aborî ya Herêma Kurdistanê.
Attachments area