Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Serokê Fransa dicivin..Bûyereke dîrokî ye

Fransa-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê Fransa ragihand ku sibe Sêşemê, dê Serok Barzanî li ser vexwendineke fermî ji Serokê Fransa, serdana Parîs bike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa Dr. Elî Dolemerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja Sêşemê 21-2-2017, li ser vexwendineke fermî ji Serokê Fransa Franswa Holand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê serdana Parîs bike û ligel serokê wî welatî bicive.”

Dolemerî wiha got: “Rojeva wê hevdîtinê jî dê şerê li dijî terorîstên DAIŞê û rewşa navçeyê piştî bidawîhatina DAIŞê, herwiha pêwendî û hevpeymaniya di navbera Parîs û Hewlêrê de.”

Li gorî nûnerê Hikûmeta Kurdistanê, “Ev serdan pir girîng e û di nava 6 mehên borî de, ev cara sêyemîn e ku Serokê Fransa ligel serokekî bicive, ku ev yek jî bûyereke dîrokî ye û bawer nakim ku çêbûbe.”