Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî ligel Wezîrê Îtalya û Wezîra Almanya civiya

Munich-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Munchê cuda ligel her yek ji Wezîrê Derve yê Îtalya û Wezîra Bergiriyê ya Almanya civiya.

Îro danê êvarê di çarçoveya beşdariya xwe di Konferansa Aştiyê ya Cîhanî li bajarê Munchê de, Serok Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Îtalya Encêlîno Elfano civiya û di wê civênê de pêwendiyên dualî di navbera Kurdistan û Îtalya de hatin gotûbêjkirin. Herwiha herbu aliyan behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê bi giştî kirin.
Piştre jî Serok Barzanî ligel Wezîra Bergiriyê ya Almanya Orsulan Vondor Layin civiya û di wê hevdîtinê de, operasyona Mûsilê hat gotûbêj kirin. Herwiha wezîra almanî pesnê Hêzên Pêşmerge da û ragihand ku ewê berdewam bin li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de.
53emîn Konfransa Ewlekariya Muncihê duh roja 17ê Sibatê dest pê kir û dê heta 19ê Sibatê berdewam be. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi vexwandinameyeke fermî ji bo vê konfransa giring a ewlekariyê hatiye vexwendin.