Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Munich- Serok Barzanî hejmarek hevdîtinên girîng lidar xistin

Munich-KDP.info- Îro Înê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di yekemîn roja Konferansa Asayişê ya Cîhanê li bajarê Munich ê Almanya hejmareke hevdîtinên girîng ên dîplomatîk encam dane.

Di çarçoveya roja yekem a konferansê de, di serî de Serok Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Êdwardrd Nalebendiyan civiya û di wê hevdîtinê de pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û wî welatî de hat nirxandin.
Wezîrê Ermenîstanê jibilî ku bi fermî Serok Barzanî vexwend bo welatê xwe bi serdan, tekez jî kir ku ew dixwazin konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vekin.
Her di vê hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya navçeyê û Iraqê û Herêma Kurdistanê û operasyona rizgarkirina Mûsilê hat kirin.
Piştî vê hevdîtinê Serok Barzanî li gel Nûnerê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davos civiya û li vê hevdîtinê de nûnerê korbendê spasî Serok Barzanî kir ku beşdarî korbenda Davos bûye û her wiha behsa li korbendekî taybet ya peywîst bi rewşa aboriya Rojhilata Navîn kir ku li paytexta şahnişîna Urdin tê sazkirin û hêvî xwest Serok Barzanî beşdarî vê korbenda girîng jî bibê.

Her li roja yekem û li çarçêweya Konferansa Asayîşa Cîhanî ya Munîx Serok Barzanî li gel James Mattis Wezîrê Berevaniya Amerîka civiya.
Di civînê de Wezîrê Berevaniya Amerîka xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşanda û ragihand ku li gel doza Kurd da aşînaye û Kurdistan û Amerîka pêkve qurbaniyê dane û Serok Barzanî jî ji bilî pîrozbahîkirina li Wezîrê Berevaniya Amerîka ji bo destbikarbûna wî spasî Wezîrê Berevaniya Amerîka kir û hêvî xwest peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka pêşveçûnên zêdetir bi xwe ve bibîne.
Her di vê hevdîtinê de bi dûr û dirêjî şerê dijî terorîstên DAIŞê û operasyona azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û Wezîrê Berevaniya Amerîka palpiştiya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê dûpatkir û hêvî jî xwest bikarê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Êvariya roja înê 17.02.2017 û li çarçêweya Konferansa Asayîşa Cîhanî ya li bajarê Munîxê, Serok Barzanî li gel Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Îranê civiya.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û serbazî ya navçeyê û şerê terorê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê nirxandin.

Êvariya heman rojê jî Serok Barzanî li gel xanima Bîta Mêrk Wezîra Dewletê yê li Herêma Bavariya ya Almanya civiya.
Li hevdîtinê de xanima Bîta Mêrk behsa serdana xwe ya Herêma Kurdistanê kir û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku mîhvandariya koçber û lêqewimiyên şerê terorê kirine û azayetiya hêza Pêşmerge jî li şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û tekez li wê yekê kir ku Almanya û Herêma Bavariya berdewam dibin li piştevanîkirina Pêşmerge û gelê Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî helwesta xanima Mêrk û Herêma Bavariya bilind nirxand û spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ku li rûyê serbazî û miroviyê ve yarmetiya Herêma Kurdistanê kirine.

Roja şemî 18.02.2017 Serok Barzanî çendîn hevdîtinên girîng encam dide û li gel Serok Wezîrê Iraqê û şandekî Encûmena Pîrên Amerîka û Wezîra Berevaniya Almanya û Wezîrê Derveyê Îtalya û hejmareke dinê berpirsên bilindên welatan û cîhanê dicive.
Di van civînan de Mihemed Hacî Mehmud Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Şêx Cefer Şêx Mistefa Endamê Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, Ferîqê Yekem Emer Osman Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hêmin Hewramî Endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge şanda li gel Serok Barzanî pêktînîn.