Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî serxwebûna Kurdistanê li Mûnixê gotûbêj dike

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa giringiya beşdariya Serok Barzanî di kongreya Mûnixê de dike û dibêje, beşdariya wî wek beşdariya hemû gelê Kurd e û Serok Barzanî dê xwesteka hemû Kurdan ku serxwebûna Kurdistanê, bibe wê kongireyê û dê di hevdîtinên xwe de gotûbêj bike.

Zêdetirî 500 kesayetiyên siyasî di kongreya Mûnixê de beşdar dibin û Serok Barzanî dê di çarçoveya wê kongireyê de çendîn hevdîtinan ligel hejmareke serkirdeyên cîhanê encam bide.

Dr. Mihemed Hacî, Şêwirmendê Serok Barzanî derbarê beşdariya Serokê Kurdistanê di wê kongireyê de ji malpera KDP.info axivî û ragihand: “Beûdariya Serok Barzanî di kongreya Mûnixê de tê wateya beşdariya hemû gelê Kurd, ku ev yek hem pêgeha Serok Barzanî di siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de eşkere dike, hem jî pêgeha bihêz a Kurdan û Hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de eşkere dike, lewma jî, jibilê pêgeh û kesayetiya xwe ya girîng, Serok Barzanî jî bi nûneratiya Pêşmerge û Kurdan diçe wê kongireyê.”

Hacî wiha got: “Biryar e Serok Barzanî li Mûnixê hejmareke hevdîtin ligel serkirde û berpirsên welatên cîhanê pêk bîne û tê de jî behsa serxwebûna Kurdistanê bike, ku ev yek jî pêngaveke girîng e bo doza Kurdî, lewma jî ev beşdariya Serok Barzanî dê dîrokî be.”