Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Zehmetkêşan û Komonîst: Em piştgiriyê li peyama Serok Barzanî dikin

Hewlêr-KDP.info- Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Partiya Komonîst a Kurdistanê piştgiriya xwe bo peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke televîzyonî de li Davos ragihand: “Divê hemû alî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî yên nûnerên wan di Parlamentoya Kurdistanê de hene, divê di civîna berfireh a çareserkirina kirîza siyasî ya Herêma Kurdistanê de, beşdar bibin.”
Endamê Encumena Kargêrî ya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Goran Celal ji malpera KDP.info re ragihand: “Helwesta partiya me ew e ku li ser pirsên çarenivîsaz pêwîst e hemû partî û aliyên siyasî beşdar bin di biryarê de. Herwiha bo çareserkirina arîşeyên navxwe jî pêwîst e hemû aliyên siyasî beşdar bin di dîtina çareseriyekê de. Lewma jî em ligel helwesta Serok Barzanî ne û em piştgiriyê lê dikin.”
Ji aliyê xwe ve, Endamê Polîtburoya Partiya Komonîst a Kurdistanê Hindirên Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Em piştgiriyê li peyama Serokê Herêma Kurdistanê dikin da ku hemû aliyên siyasî di çareserkirina rewşê de beşdar bibin. Bi nêrîna me beşdariya hemû aliyên siyasî tiştekî pir baş e.”