Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS: Pêwîat e mafê Kurdan di çarçoveya Sûriyaya federal de bidest were

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê dibêje, civîna Astana pir girîng e û tê çaverêkirin ku encama wê kongireyê bibe bingehek ji Cenêf 4 re. Herwiha dibêje jî emê li Astana daxwaz bikin ku di Sûriyaya nû de mafê Kurdan di destûr de hebin û em wek neteweya duyem bên dîtin.

Şelal Gedo ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e sibe civîna Astana li Kazaxistan derbarê kirîza Sûriyê birêve biçe, ji ber ku rêkeftin di navbera welatên navdewletî û herêmî de çêdibin bo ragihandina agirbestê ji şerê li Sûriyê re, herwiha nedûr e ku çareseriyeke siyasî jî tê de ji kirîza Sûriyê re bê dîtin, ji ber ku biryar e di meha bê de jî kongireya Cenêf 4 destpê bike, lewma jî dibe ku cîvîna Astana bibe bingehek bo kongreya Cenêf 4, da ku kirîza Sûriyê çareser bibe.”
Gedo wiha got: “ENKS bi şandeke pilebilind di civîna Astana de beşdar bibe û em wek Kurd jî daxwazên me hene û emê wan daxwazan pêşkêş bikin ku pêwîst e Sûriyayeke fedrala bê damezrandin û Kurd jî wek neteweya duyem bê hesabkirin û mafên me li gorî destûr bê diyarkirin. Em di hemû civîn û kongreyan de daxwazên xwe pêşkêş dikin.”