Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çavdêrê siyasî: Rêkeftina PDK û YNKê, Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê dike

Silêmanî-KDP.info- Nivîskar û çavdêrê siyasî Meşxel Kewlosî dibêje, rêkeftina di navbera KDP û YNKê de di vê demê de pir girîng e û Herêma Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê dike.

Meşxel Kewlosî ji malpera KDP.info re ragihand: “Erkekî yasayî û exlaqî ya gelê Kurd li ser milê PDK û YNKê ye ku rêkeftinekê bikin da ku hemû kirîz bên çareserkirin û gel jî vê yekê ji wan çaverê dike, ji ber ku ezmûna wam di rêvebirina Kurdistanê de heye.”

Kewlosî wiha got: “Rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê wê yekê dixwaze ku dûbare ew herdu partiyên sereke lihev bikin, ji ber ku piştî şerê DAIŞê dê Kurdistan rastî gelek zehmetiyên din bibe.”

Wî çavdêrê siyasî wiha domand: “Piştî nemana DAIŞê dê Bexda hewl bide ku hemû Iraqê bin destê xwe de û ev yek jî ji aliyê serkirdatiya Kurdistanê nayê qebûlkirin, lewma jî divê em navmala Kurdî rêk bixin, nexasim navbera PDK û YNKê, ku rêkeftin di navbera wan de Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê dike.”