Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Xristiyan: Em peyama Barzanî bilind dinirxînin..Em dikarin pêkve pirsgirêka çareser bikin

Hewlêr-KDP.info- Nûnerên Xristiyanan di Parlamentoya Kurdistanê de dibêjin, ew bi germî pêşwaziyê li destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê civîna hemû aliyên siyasî dikin û dibêjin, “em hemû bi hevre dikarin biryarê li ser çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bidin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke televîzyonî de li Davos ragihand: “Divê hemû alî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî yên nûnerên wan di Parlamentoya Kurdistanê de hene, divê di civîna berfireh a çareserkirina kirîza siyasî ya Herêma Kurdistanê de, beşdar bibin.”

Derbarê wê axaftina peyama Serok Barzanî, Parlamenterê Xristiyan yê Kurdistanê Yaqûb Gorgîs ji malpera KDP.info re ragihand: “Em piştgiriyê li peyama Serokê Herêma Kurdistanê dikin, ji ber ku ew pirs girêdayî hemû xelkê Herêma Kurdistanê ne. Divê em hemû di çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê de beşdar bibin.”

Hevderm Seroka Frakisyona Hevgirtina Kildan Siryan û Aşûriyan Wehîde Yaqo ji malpera KDP.info re ragihand: “Careke din Serok Barzanî tekez kir li ser helwîstên xwe yên hekîmane bo berjewendiya hemû aliyên siyasî û olî yên Kurdistanê, da ku hemû alî û pêkhate di çareserkirina rewşa Kurdistanê de beşdar bibin. Em wek Xristiyan bi germî pêşwaziyê li wê peyama Serok Barzanî dikin û bilind dinirxînin.”

Nûnerê Ermeniyan di Parlamentoya Kurdistanê Yerwant Emînyan tekez kir ku Serok Barzanî di dema borî de jî ligel wê yekê bû ku hemû aliyên siyasî di civîna aliyên siyasî de beşdar bibin, niha jî ku ew tekez li ser helwesta xwe dike, em wê peyama wî bilind dinirxînin û bi germî pêşwazî lê dikin. Pir girîng e ku hemû aliyên siyasî di çareserkirina rewşa siyasî de beşdar bibin.”