Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li ser daxwaza Hevpeymanan hêzek ji 10 hezar Pêşmerge bo Rojava pêk tê

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Li ser daxwaza Hevpeymaniya Navdewletî10 hezar pêşmergeyên nû bo Kurdistana Rojava tên perwerdekirin. Berpirsekî ENKSê jî dibêje, heta niha derdora 6 hezar kesan navê xwe tomar kirine.

Endamê rêveberiya ENKSê Kawe Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li ser daxwaza hêzên hevpeyman, 10 hezar pêşmergeyên nû bo Kurdistana Rojava tên wergirtin û perwerdekirin.”

Kawe Azîzî her wiha got: “Niha derdora 8 hezar pêşmergeyên Rojava hene û 10 hezarên din jî dê bên wergirtin, bi vî rengî hejmara pêşmergeyên Rojava digihê 18 hezaran.”

Wî berpirsê ENKSê da zanîn ku navnivîsîna pêşmergeyên nû dest pê kiriye û ragihand: “Heta niha derdora 6 hezar kesan navê xwe tomar kirine û dê di demek nêzîk de navnivîsîn xilas bibe.”

Li gorî wî siyasetmedarê Rojava, tevahiya wan pêşmergeyan dê ji aliyê hêzên hevpeyman ve bên perwerdekirin, çekdarkirin, paşê dê bi rêkeftin derbasî Kurdistana Rojava bên kirin.