Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Em û YNKê dê ligel Bexda serxwebûnê gotûbêj bikin

 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku ji bo axaftina mijara serxwebûna Kurdistanê, dê şandeke PDK û YNKê ligel aliyên din ên siyasî biçe Bexdayê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Divê bê axaftin ku dê siberoja vî welatî çawa be û dê çawa bê rêvebirin. Him bi xweserî û him jî bi federalî me nekarî li vî welatî bi hev re bijîn. Nexwe niha dê çawa be?”

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibêjim ku em dikarin bibin du dewletên cuda û du cîranên baş. Şanda me ji bo axaftina serxwebûnê, diçe Bexdayê.”

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand, “Şanda hikûmetê, ji her pênc partiyên siyasî pêk tê û herwiha nûnerên Kildan, Aşûrî û Tirkmen jî hene.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdanên xwe yên Bexdayê de, mijara serxwebûnê ji berpirsyaran re bi awayekî fermî ragihandibûn, lê belê ev şand, di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dê hevdîtinên bo serxwebûnê pêk bîne.

Mehmûd Mihemed ragihand: “Piştî ku em û birayên xwe yên YNK gihîştin rêkeftinekê û di dema bê de emê ligel aliyên ên siyasî jî gotûbêjan bikin û emê hewl bidin ku ew alî jî di pêkanîna wê komîteya ku dê biçe Bexdayê de, beşdar bibin.”

Berdevkê PDKê wiha got: “Emê ligel Bexdayê hemû mijaran gotûbêjan bikin, di nava wan de jî emê serxwebûna Kurdistanê gotûbêj bikin, herwiha pêwîst e jî em hizir li awayekî din ji pêkvejiyanê bikin.”

Mehmûd Mihemed wiha domand: “Em dibînin ku eger em û Bexda 2 dewletên serbixwe û cîranê hev bin û parêzgariyê li berjewendiyên hev bikin, wê demê emê karibin baştir ji aliyê siyasî û aborî piştevaniya hev bikin. Lê bi civînekê pirsgirêkên me û Bexdayê bidawî nayên û divê em bêhna xwe fireh bikin. Ji ber ku divê em hemû aliyên di nava Hikûmeta Iraqê de razî bikin, ji ber ku hêj hizrek di nava deselata Iraqê de heye, dibe ku neligel serxwebûna Kurdistanê be.”