Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Beşdariya ENKSê di civîna Astana de pir baş û erênî ye”

Hewlêr-KDP.info- Pispor di warê karûbarê Rojavayê Kurdistanê de Mistefa Şefîq derbarê beşdariya ENKSê di civîna Astana de dibêje, beşdariya Kurdan di her civîneke navdewletî li ser çareserkirina pirsa Sûriyê de, pir baş û erênî ye.

Biryar e di 23ê vê mehê de li Kazaxistan civîna Astana derbarê rewşa Sûriyê bê lidarxistin û ENKSê jî bi fermî tê de beşdar dibe.
Derbarê wê civînê, pisporê karûbarê Rojavayê Kurdistanê Mistefa Şefîq ji malpera KDP.info re ragihand: “Rûsya dixwaze rola xwe li Rojhilata Navîn çalak bike û niha rêjîma Sûriyê dixwaze rola Amerîka di kongreyên borî de bide Rûsya. Bi nêrîna min jî beşdariya Amerîka di wê kongreyê de pir girîng e bo çareserkirina kirîza Sûriyê.”
Şefîq wiha got: “Beşdariya ENKSê di her civîneke navdewletî de derbarê pirsa Sûriyê pir baş û erênî ye, ji ber dîplomasiya Kurdî di wan civînan de pir baş e. Dimîne ser nûnerên Kurdan ên di civînê de beşdar jî ku bikaribin ji Kurdan re destkeftan ji Kurdan re bidest ve bînin.”