Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mîranî: Divê hemû pêkhateyên Mûsilê di piroseya siyasî de beşdar bibin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê, Sekreterê Polîtburoya PDKê ragihand, piştî peyama Serok Barzanî pêwendiya aliyên siyasî ber bi pêşve çûye.

Îro li navenda Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tikriyê li Hewlêrê Mihemed Ekaf û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Mîranî ronahî xist ser rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û operasyona rizgarkirina Mûsilê ku bi hevahengiya di navbera hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge birêve diçe. Herwiha behsa qonaxa piştî nemana DAIŞê kir û tekez kir ku girîng e ev alîkarî û hevahengî di navbera hevpeymanan de berdewam be, da ku em bikaribin amadekariyê bo piroseya lihevhatina siyasî û civakî bikin û bi vê yekê jî tevahiya pêkhateyên Mûsilê di wê piroseyê de beşdar bibin û ti pêkhate neyên piştguhkirin.

Derbarê pêwendiya di navbera Hewlêr û Bexda de, Mîranî tekez kir ku hevahengiyeke baş di navbera herdu aliyan de di warê leşkerî de heye û hêvî xwest ku pirsgirêkên din ên di navbera wan de bi diyalog û jihevtêgiheştinê çareser bibin.

Derbarê pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê jî, Fazil Mîranî ragihand ew geşbîn e ku piştî peyama Serok Barzanî dê pêwendiya di navbera aliyên siyasî de ber bi pêşve biçin.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Tirkiyê, spasiya Sekreterê Polîtburoya PDKê kir li ser vê hevdîtinê û hêvî xwest ku îsal bibe sala aramiya hemû navçeyê û zû Herêma Kurdistanê ji qeyran û kirîza rizgar bibe û koçberên Mûsilê vegerin ser malên xwe.