Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Turkman piştgiriyê li peyama Serok Barzanî dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Partiya Çaksaziyê ya Turkmanî Ebdulqadir Bazirgan dibêje, em piştgiriyê li destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê civîna berfireh a hemû aliyên siyasî dikin, ji ber ku ew civîn xizmeta xelkê Kurdistanê û hemû pêkhatan dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke televîzyonî de li Davos ragihand: “Divê hemû alî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî yên nûnerên wan di Parlamentoya Kurdistanê de hene, divê di civîna berfireh a çareserkirina kirîza siyasî ya Herêma Kurdistanê de, beşdar bibin.”

Ebdulqadir Bazirgan ji malpera KDP.info re ragihand: “Em helwêsta Serok Barzanî derbarê civîna hemû aliyên siyasî bilind dinirxînin, ji ber ku ti sûdeke civînên 5 aliyên siyasî bo xelkê Kurdistanê bi tenê nebû, lewma jî em bi navê partiya xwe piştgiriyê li destpêşxeriya Serok Barzanî dikin.”

Bazirgan wiha got: “Em hêvîdar in aliyên in ên siyasî ber bi aliyê civîna berfireh ve werin û biryarên di berjewendiya tevahiya pêkhatan de bidin.”