Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hewramî: Berjewendiya Amerîka ligel Kurdistanê bihêztir dibe

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hêmin Hewramî ragihand ku berjewendiya Amerîka ligel Herêma Kurdistanê bihêztir dibe. Herwiha got ku Serok Barzanî wek serokê dewletekê bo Foruma Davosê hatibû vexwendin.

Hêmin Hewramî ji malpera KDP.info re ragihand: “Nabe em bi tiştna bên xapandin. Amerîka li berjewendiya xwe digere û em jî li berjewendiya xwe digerin. Lê cihê dilxweşiyê ku beşek ji berjewendiyên me hevbeş in, ku parastina aramiya navçeyê jî berjewendiyeke hevbeş e, herwiha hewldan bo avakirina navçeyê berjewendiyeke hevbeş e.”

Hewramî wiha got: “Em û Amerîka li ser komek xalên hevbeş û berjewendiyên hevbeş û nirxên hevbeş nêzîkî hev in. Bi nêrîna me jî, guhertina îdareya Amerîka nabe sedem ku ew berjewendî û setratîjiyên hevbeş ber bi lawazbûnê ve biçin, lê beruvajî dê pêwendiyên me ber bihêzbûnê ve biçin û dê di serdema Trump de piştgiriyên Amerîka bo Herêma Kurdistanê zêdetir bibin.”

Derbarê beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê di Foruma Davos de, Hewramî wiha got: “Serok Barzanî wek serokê dewletekê bo wê forumê hatibû vexwendin û ev yek pir girîng e. Herwiha Serok Barzanî gelek hevdîtinên girîng li wir pêk anîn, ev yek jî piştrast dike ku bala hemû cîhanê li ser Herêma Kurdistanê ye û ew welat dixwazin pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bikin.”