Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çavdêrekî siyasî: Alîkariyên Amerîka bo Kurdistanê di serdema Trump de zêde dibin

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî û mamosteyê zanîngehê Dr. Salih Mela Umer dibêje, tîma serokê nû yê Amerîka, dostê Herêma Kurdistanê ne, lewma jî di serdema Trump de dê alîkariyên Amerîka bo Kurdistanê zêde bibin, ji ber ku li gorî yasaya bergiriya niştimanî ya Amerîka, îsal alîkariyên darayî yên Amerîka bo Hêzên Pêşmerge dibin duqat.

Dr. Salih Mela Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger em berê xwe bidin destpêka karê Serokê nû yê Amerîka Donald Trump, em dibînin ku destpêka wî cuda ye ligel serokên din ên Amerîka, ew jî ji ber ku ezmûnekî wî ya siyasî tune ye û zêdetir bazirgan bûye. Tişta ku girîng e ew tîma ku ligel Trump e, wek wezîrên derve û bergirî û şêwirmendê ewlehiya neteweyî, pêwendiyeke wan a baş ligel Kurdan hebûye û ew kes di dema êrişa Amerîka li ser Iraqê de, wê demê ligel Corc Boş bûn, lewma jî em dikarin bêjin dê ev dostê Kurdan bandorê li ser siyaseta derve ya Trump bikin.”

Mela Umer wiha got: “Trump di gotara xwe de % 95 behsa hundirê Amerîka kir û kêmtir behsa siyaseta derve ya hikûmeta xwe kir, ku ev yek jî piştrast dike ku ewê siyaseta derve radestî tîma ligel xwe bike. Pêwendiyekî baş di navbera tîma Trump û Herêma Kurdistanê de heye û dê ev yek bibe sedema têkeliyên bihêz di navbera herdu aliyan de.”

Wî mamosteyê Zanîngeha Selahedîn wiha domand: “Eger em berê xwe bidin yasaya bergiriya niştimanî ya Amerîka ji bo vê salê, li gorî wê yasayê divê Amerîka îsal alîkariyên xwe yên darayî bo Hêzên Pêşmerge duqat bike, da ku pêgeha Pêşmerge di şerê terorê de bihêztir bibe, lewma jî ev yasa di dema Trump de cîbicî dibe.”