Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bizava Îslamî: Em piştgiriyê li gotinên Serok Barzanî dikin

Silêmanî-KDP.info- Endamekî Polîtburoya Bizava Îslamî ya Kurdistanê peyama Serok Barzanî bo civîn û rêkeftina hemû aliyên siyasî bilind nirxand.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke televîzyonî de li Davos ragihand: “Divê hemû alî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî yên nûnerên wan di Parlamentoya Kurdistanê de hene, divê di civîna berfireh a çareserkirina kirîza siyasî ya Herêma Kurdistanê de, beşdar bibin.”

Muhsin Mihemed Emîn Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî derbarê wê helwesta Serok Barzanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Bizava Îslamî piştgiriyê li wê helwesta Serok Barzanî dikin. Herêma Kurdistanê niha pêwîstî bi hemû aliyan heye ku li ser maseyeke gotûbêjan kom bibin bo dîtina çareseriyekê ji wan hemû pirsgirêk û nakokiyan re.”

Emîn wiha got: “Em wek Bizava Îslamî nêrîna me wek ya Kak Mesûd e û em jî dibêjin divê hemû aliyên siyasî û hemû aliyên neteweyî û olî jî tê de beşdar bibin. Herwiha em destxweşiyê li Serok Barzanî dikin li ser hewlên wî bo rêkeftinê û yekîtiya nava mala Kurdî de.”