Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mogrînî: Emê berdewam bin li ser alîkariya Pêşmerge

Davos-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Fdrîka Mogrînî li Davos civiyan û di wê hevdîtinê de Mogrînî ragihand ku ewê berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge.

Di çarçoveya beşdariya xwe de di Foruma Aborî ya Davosê de, îro 19-1-2017 Serok Barzanî û Fdrîka Mogrînî civiyan û li gorî zanyariyan, herdu aliyan behsa şerê li dijî DAIŞê û rewşa navçeyê piştî paqijkirina wê ji DAIŞê, kirin.

Herwiha Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Fdrîka Mogrînî li Davos ragihand ku ewê berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge.