Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PYD nehişt xelk derkevin pêşiya cenazeya şehîdekî Pêşmerge

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Îro cenazeyê şehîdekî Pêmergeyê Kurdistanê ji Başûr bo Rojavayê Kurdistanê hat veguhestin da ku li wir bê veşartin, lê çekdarên PYDê rê li pêşiya bi hezaran xelkê girtin ku pêşwaziyê li cenazeyê wî Pêşmergeyê bikin.

Endamê ENKSê Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî pêşmergeyek bi navê Mihemed Emîn Silo li eniya Askî Mûsilê bi destê terorîstên DAIŞê şehîd ket û îro jî cenazeyê wî şehîdî bo Rojavayê Kurdistanê hat veguhestin.”

Azîzî wiha got: “Mixabin wek carên din, dîsa PYDê rê li merasîmên şehêd girtin û çekdarên wê nehiştin bi hezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi ala Kurdistanê derkevin pêşiya cenaze û pêşwaziyê li şehîd bikin. Sedema vê yekê jî vedigere bo wê hejmara zêde ya xelkê ku PYDê şermezar dibe ku gelek xelk ligel Pêşmerge ne.”