Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne bo destpêkirina diyalogên rasterast ligel Bexdayê

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Yan Kobîş de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew amade ne bo destpêkirina diyalogên rasterast û cidî ligel Hikûmeta Iraqê, ew jî bo çareserkirina tevahiya nakokiyên di navbera wan de.

Îro Pêncşemê 19-1-2017, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Yan Kobîş û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de Yan Kobîş hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de bo jinavbirina terorê bilind nirxand û hêvî xwest ku aramî vegere navçeyên rizgarkirî û xelk vegerin ser malên xwe. Herwiha spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir li ser hewandina koçberên Iraqê.

Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de, Nûnerê NY ragihand ku pêwîst e herdu alî cidîtir bin di hewlên zêdekirina hevahengiyê de û tekez kir ku ew amade ye di vî alî de alîkar bin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye bo destpêkirina diyalogên rasterast û cidî ligel Hikûmeta Iraqê bo dîtina çareseriyeke temam ji pirsgirêkên di navbera wan de, nexasim jî ew nakokiyên ku girêdayî budce û çavkaniyên xwezayî ne.