Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Davos.. Serok Barzanî hejmarek hevdîtin pêk anî

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li gel Serok Komarê Azerbaycan û Serok Wezîrê Holanda û Cîgirê Serokê Kompanya Chevron û Wezîrê Derveyê Urdin û Wezîra Berevaniya Almanya û Holanda civiya.

Roja çarşem 18.01.2017 li duyem roja Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davos, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Jay Pryor Cîgirê Serokê Kompanya Chevron a Amerîkî civiya. Di civînê de behsa kar û çalakiyên kompanya li Herêma Kurdistanê kirin û Jay Pryor pabendbûna kompanya xwe ya ji bo berfirehtir kirina çalakiyên li Herêma Kurdistanê da dûpat kir.


Her îro li çarçoveya Korbenda Davos li Swîsre, Serok Barzanî li gel Eymen El Sefedî Wezîrê Derveyê Urdinê civiya. Di hevdîtinê de ku şanda li gel Serok Barzanî amade bûn, Wezîrê Derveyê Urdinê rêz û silavên Melîk Abdulla Şahê Urdinê bi Serok Barzanî ragihand û balkişand li ser peywendiyên di navbera Şahnişîna Urdin û Herêma Kurdistanê û bi dîrokî û girîng da zanîn. Li beranber da Serok Barzanî silav û rêz ji bo gel û Padşahê Urdinê re şand û tekez li ser pêşxistina peywendiyan kirin. Her li vê hevdîtinê de şerê dijî terorîstên DAIŞê û rewşa Iraq û navçeyê xistin ber behs.


Her li çarçoveya duyem roja Korbenda Aboriya Davos, Serok Barzanî her yek ji rêzdara Wezîra Berevaniya Almanya Ursula Vonderlayn û Jenîn Hens Wezîra Berevaniya Holanda hevdîtinek encamda. Li vê hevdîtinê de jî behsa peywendiyên Herêma Kurdistan û Almanya û Holanda li rûyê serbazî û şerê dijî terorîstên Da'îş kir û destxweşiyê li Serok Barzanî û Pêşmerge kir ji bo wan serkeftinên bi dest ve anîne û tekez li ser berdewamiya peywendiyên wan li gel Herêma Kurdistanê kir.
Êvariya îro jî Serok Barzanî li dû hevdîtinên girîng da, li gel Mark Rûte, Serok Wezîrê Holanda dicive û paşê jî li gel Dr Îlham Alîyev Serokê Azerbaycanê dicive.
Berî nîvroya roja çarşem 18.01.2017 li duyem roja Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davos, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî li workshopek kirin ku taybet bû bi paşaroja Suriye.

Di vê workshopê de ku ji aliyê Glaws Shwap Serokê Korbenda Aboriya Davos û Stefan Demistora bi Nûnerayetiya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve dihate serpereştî kirin û hejmareke zêdeyê ji Wezîr û rêxistinên navdewletî û navendên diyalog û akademî amadebûn, ji wan jî Wezîrê Derveyê Fînlanda û Norwêç û Urdin û Îran, Federîka Mogerînî Berpirsa Siyasetên Derve yê Yekîtiya Ewropa, Peter Mawror Serokê rêxistina Navneteweyî ya Xaça Sor.
Di vê workshopê de behsa rewşa Sûriyê û wan guftûgoyan kirin ku biryar e li rojên pêş de li Astana ya paytexta Kazakîstanê birêve biçê.