Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Zefitkirina deselat metirsiyê li ser pêşeroja Kurdan li Sûriyê çêdike

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêşwaziya nûnerê Holanda bo Sûriyê, ragihand ku yekîtiya Kurdan siberoja wan misoger dike û zeftkirina deselatê û tekrewî jî metirsiyê li ser pêşeroja Kurdan li Sûriyê çêdike.

Îro 18-1-2017 Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di dema pêşwaziya li Xêrard Stîgz Nûnerê Holanda bo Sûriyê û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî ragihand ku cîbicîkirina rêkeftinên berê yên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û yekrêziya wan aliyan, mafê Kurdan di pêşeroja Sûriyê de misoger dike.

Di wê hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî yên Sûriyê û civîna Astana û siberoja Kurdan li wî welatî hatin nirxandin, herwina beşdariya nûnerên gelê Kurd di Astanayê de bo berjewendiya hevbeş bi giring hat dîtin.

Mesrûr Barzanî derbarê çawaniya misogerkirina mafê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, tekez kir ku rêkeftinên berê yên di navbera aliyên Kurdî de hatine îmzekirin û yekîtiya wan, siberoja Kurdan li Sûriyê garantî dike, herwiha zefitkirina deselat û tekrewiyê metirsî li ser siberoja Kurdan li Sûriyê dirust dike.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Holanda bo Sûriyê, ligel diyarkirina sipasî û pêzanînên xwe bo hewlên Herêma Kurdistanê, tekez kir li ser wê yekê ku pêwîst e hêzeke moderin bê avakirin da ku rola xwe bibîne di siberoja Sûriyê de û ragihand: “Hûn di çepera pêşî ya şerê li dijî terorîstan e, lewma jî nêrîna we li ser çawaniya çareserkirina arîşeyan de ji me re girîng û bisûd e.”