Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hewramî: Derfet maye ku PYD li siyaseta xwe vegere

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê, Balyozê Holenda li Sûriyê ragihand ku cîhana azad deyindara Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ye.

Hêmin Hewramî îro pêşwazî li Xêrat Stêx û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de Hewramî ragihand ku Hêzên Pêşmerge bê cudahî şer bo parastina netewe û mezheb û pêkhateyan kiriye û ev jî ew nirx bû sedem ku Hevpeymana Navdewletî zêdetir giringiyê bi Kurdistanê bide û berdewam pişta wê bigire.

Derbarê Sûriyê jî, Hêmin Hewramî ragihand ku pêkanîna bereyeke yekgirtî li Rojavayê Kurdistanê bo bidestxistina mafê neteweyî bo wî perçeyê Kurdistanê pir girîng e, lewma jî PDK û Serok Barzanî hemû hewlên xwe dane ku aliyên siyasî yên Rojava yek bin li hemberî pêşhatan, da ku nebin beşek ji hevrikiya ku li navçeyê heye û tenê mafê xwe misoger bikin, lê mixabin PYDê pêbendî rêkeftina nebûye û vê yekê bandoreke xerab li ser demografiya Rojavayê Kurdistanê kiriye û sûd ji vê derfeta dîrokî nehatiye dîtin. Lê niha derfet maye ku PYD li siyaseta xwe vegere da ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê sûd ji vê derfeta dîrokî werbigire.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Holanda li Sûriyê ragihand ku cîhana azad deyindarê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ye li ser qurbaniyên ku dane di şerê şikandina terorîstên DAIŞê de û tekez kir ku welatê wî dê berdewam be li ser alîkariya Herêma Kurdistanê.