Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Birîmo: PYDê endamên me li ser pirojeya neteweyî davêje zindanan

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDK-Sê dibêje, PYDê rê dide hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên din ên Erebî, lê razî nabe Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin û warên xwe biparêzin.

Nûrî Birîmo ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji roja yekê ve bo wê yekê hatine damezrandin ku bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê bikin, da ku aştî û aramî bicîh bibe, lê PYD rê nade wan ku vegerin û bergiriyê li welatê xwe bikin, lê di heman demê de jî rê dide hêzên hikûmetê û çekdarên Ereb. Em jî dibêjin dê her ev hêz vegere û parastina axa ku bike.”

Nûrî Malikî wiha got: “Bê Hêzên Pêşmerge gelê Rojavayê Kurdistanê parastî nabe û PYD jî roj bi roj piştrast dike ku nehizbekî Kurdî ye, ku navê Rojava dan alî û li dijî bilindkirina ala Kurdistanê derketine û li dijî pirojeya neteweyî ne, lewma jî pêwîst e Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojava.”

Birîmo wiha domand: “PYD niha jî berdewam e li ser girtin û cezakirina endam û alîgirên me, ku endamên me li ser pirojeya neteweyî û ala Kurdistanê davêje zindanan û sedema vê siyasetê jî vedgere bo hevahengiya PYDê ligel rêjîma Sûriyê û bi alîkariya wê wan karan dike.”