Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Serokê Fransa serdana çeperên Pêşmerge kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Fransa Franswa Oland serdana çeperên Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Zertik kirin

Di wê serdanê de, Serok Olansd ligel fermandarên meydanî yên Hêzên Pêşmerge hevdîtin pêk anî.

Serokê Fransa li ser Çiyayê Zertik spasiya Serokê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir li ser hevahengiya ku wî di navbera Hêzên Pêşmerge û şêwirmendên fransî de dît. Herwiha Serokê Fransa tekez kir li ser piştevaniya welatê xwe bo Hêzên Pêşmerge.