Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kemal Kerkûkî: Paşeroja Kurdistanê zelal e..Pêşmerge qet ji navçeyên Kurdistanî venakşin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Dr. Kemal Kerkûkî dibêje, Pêşmerge di sala 2016ê de serkeftinên mezin bo Kurdistanê û cîhanê jî bidestve anîn. Herwiha dibêje, paşeroja Kurdistanê zelal e.

Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Kerkûkê ew cihên ku dikevin çarçoveya madeya 140 de, ku parastina wan ji hêzên Iraql dihat xwestin, netenê nikarîn biparêzin, lê belê bê bergirî û bê ku tenê fîşekikê biteqînin, ji wan navçeyên Kurdistanî reviyan û çarenivîsa xelkê wan navçeyan xistin ber destê DAIŞê de. Herwiha hemû çek û pêdviyên xwe yên leşkerî jî ji wan terorîstan re hiştin. Petrol û xaz û kareba û av jî bi hazirî teslîmî destê DAIŞê kirin.”

Kerkûkî wiha domand: “Tirsek mezin ket dilê xelkê de û roj bi roj ew tirs zêdetir dibû, lê Hêzên Pêşmerge hatin û bi giranî şer kirin û navçeyên wan parastin. Pêşmerge sînorek ji DAIŞê re danî û bê cudahî netewe û ol û ziman parastin. Pêşmerge karî pilan bi pilan wan terorîstan bişkîne û navçeyên Kurdistanî rizgar kirin.”

Piştî van hemû qurbaniyan bo azadkirin û parastina axa Kurdistanê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, niha em dibînin ku hinek berpirsên Bexdayê carna dibêjin divê Pêşmerge vegerin sînorê beriya şerê DAIŞê, lê Kemal Kerkûkî dibêje: “Pêşmerge li ser axa Kurdistanê ne, bila herin kûderê? Ji ber çi? Ev gotina wan çi eqil û çi kesek qebûl dike? Em jî dibêjin, Pêşmerge gel û Kurdistanê ji terorîstan paqij dikin û diparêzin. Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî qet venakşin, ji ber ku ew navçe bi xwînê rizgar kirine.”

Wî endamê Polîtburoya PDKê wiha domand: “Ti baweriya min bi Iraqê û bi destûra wê tune ye. Kurdistan bê îradeya xelkê wê ketiye ser dewleta Iraqê de, û dewletek faşil mîna Iraqê ev 100 sal e ku heye, û Kurd jî her di nava karesatan de bûn. Iraq jî ne ax û ne jî asmanê wê di destê wê de ye, hema bê serwerî ye, û dîsa jî dixwaze xwe bi ser Kurdistanê de feriz bike û pereyên Kurdistanê qut dike.”

Di van çend rojên borî de hat belavkirin ku metirsî li ser Kerkûkê heye û pêwîst e hêzeke Iraqê bê û Kerkûkê biparêze, lê Dr. Kemal Kerkûkî derbarê wê yekê de dibêje: “Moralê Hêzên Pêşmerge pir bilind e û bi başî axa Kurdistanê diparêz in û ti pêdviya me bi hêzeke din tune ye. Hêj hevahengî di navbera Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de heye û parastina Kerkûkê bi başî birêve diçe. Gelek alî hewl didin ku navê Pêşmerge têk bidin û xerab bikin, ku hizrê wan wek hizrê terorîstên DAIŞê ye li ser Kurdistanê, lê Pêşmerge tekez kir ku ew hêzekî qehreman û demokrat û aştîxwaz û cîhanî ye.”

Kerkûkî wiha got: “Yek ji pêngavên ber bi serxwebûna Kurdistanê ve, hebûna hêzeke leşkerî bihêz e. Ê me jî Hêzên Pêşmerge li cem me heye. Bingeha duyem jî hebûna aboriyeke serbixwe ye. Niha jî Herêma Kurdistanê xwedî aboriyeke serbixwe ye û petrola kurdistanê li derve tê firoştin û navê kurdistanê li ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê ye. Bingeha sêyem jî bo serxwebûnê, dîplomatîk e, ew jî em dibînin ku têkeliyên Kurdistanê ligel welatên cîhanê pir baş in û siyaseta hekîmane ya Kurdistanê û ya Serok Barzanî dîplomatîkeke bihêz çêkiriye û her çend rojan wezîrên welatên cîhanê serdana Hewlêrê dikin.”

Derbarê wê yekê de ku tê gotin ku Kurd li Başûrê Kurdistanê neyek in û ev yek jî bandoreke xerab li pêngavên serxwebûna Kurdistanê dike, Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Kemal Kerkûkî ragihand: “Em yekrêz in û her kes serxwebûnê dixwze. Nakokî di navbera partiyên siyasî de hene, lê nakokiyên wan ne li ser serxwebûnê ne û paşeroja Kurdistanê zelal e.”