Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Gotinên Serok li Başîkê

Zikrî Mûsa

Gotara Serok Barzanî li Başîkê di 16-11-2016ê de, ragihandina serkeftina Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê û azadkirina axa Kurdistanê bû ji lepên wan terorîstan. Başîk xala dawî ye ya sînorê Başûrê Kurdistanê ligel parêzgehên din ên Iraqê. Li wir ol û mezhb û neteweyên cuda hene. Hilbijartina wê deverê bo pêşkêşkirina gotara xwe, tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê parêzera ol û neteweyên cuda ye, herwiha tekezkirin bû li ser berdewamiya kiltura pêkvejiyanê ku rehê wê diçe heta nava dîroka dêrîn ya gelê Kurdistanê, ew jî li navçeyekê ku bi agirê mezhebiyet û şofîniyetê dişewite.

Axek ku bi xwînê hatiye rizgarkirin û Pêşmerge canê xwe kirine qurbanî parastina nirxên wê, qet nakeve ber danûstandinan û destûrê Iraqê yê ku hatiye binpêkirin, biryarê li ser nade. Dewleta Iraqê nikariye gelê Kurdistanê biparêze ji gefên terorîstan, lewma ne ji mafê wê ye destê xwe têxe çarenivîsa wan deverên ku Hêzên Pêşmerge xwîna xwe di ber wan de dane.

Berê peyama Serok bo welatên cîran û Hevpeymanan û mezhebgerên Bexdayê bû ku hîn di xwena Iraqeke yekgirtî û navendî de ne. Iraqa berê çavkaniya karesat û şer bû û Kurdistan naxwaze vê ezmûnê dûbare bike.

Serok li Başîkê axaftina dilê xelkê ku karesat dîtine û pêkhateyên wê deverê kir. Yên alîkariya DAIŞê kirin dê çarenivîsa wan heman çarenivîsa terorîstên DAIŞê be. Nabe piştî ku rewş normal bibe bi hênceta mafê mirovan rêxistinên navdewletî bêjin bila hevkarên DAIŞê vegerin navçeyên azadkirî.

DAIŞ birînekî ebedî di laşê xelkê navçeyê de çêkiriye ku qet nayê dermankirin. Divê DAIŞ nemîne, ji ber ku baweriya wê bi jiyanê nayê.

Derbarê gotina Serok Barzanî li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, hin aliyên siyasî di van herdu salên dawî yên şerê DAIŞê piçekî jî piştevaniya Hêzên Pêşmerge nekirine û li dijî serxwebûna Kurdistanê derketine. Kar bo qutkirina budceyê Kurdistanê kirine û şerê derûnî ligel Pêşmerge kirine. Pişta xwe dan soza pêkanîna komîteya serxwebûnê û berê xwe dan kirîzan û dijminatiyê. Destê xwe xistin destê Malikî û niha dixwazin Kurdistanê têxin bin destê Iraqa faşil.

Hêvî û kar ligel wan kesên zelîl karekî bêsûd e, lewma divê em pişta xwe bi îradeya gel û Pêşmerge girê bidin.