Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Baydemîr: Azadiya Mûsil û Kerkûkê azadiya Bakurê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurdê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr ragihand ku azadiya Mûsil û Kerkûkê azadiya Bakurê Kurdistanê û 40 milyon Kurd e.

Di çarçoveya gotûbêjên dîdara MERI de ku li Hewlêrê birêve diçe, Osman Baydemîr ragihand: Başûrê Kurdistanê hêviya hemû Kurdan e û dilê me hemûyan li ser wê ye, ji ber ke qedera Kurdan li herçar perçên Kurdistanê yek qeder e.

Wî siyasetmedarê Kurd wiha domand: “Rêz û hurmeta me hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re heye û ez serê xwe ji wan re dadixim bi taybetî ji wan şehîdên Pêşmerge yên ku niha li Mûsilê şer dikin, ew bergiriyê li 40 milyon Kurd dikin.”

Osman Baydemîr ragihand: “Başûrê Kurdistanê hêviya hemû Kurdan e. Daxwaz ji hemû hizb û rêxistinên Kurdan li Başûr dikim ku me li Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi tenê nehêlin, ji ber ku gelekî pêwîstiya me bi wan heye.”

Baydemîr wiha got: “Li Bakurê Kurdistanê zilmekî mezin ji aliyê dewletê ve tê kirin, ku çavkaniya wê zilmê ya berê 100 salî ye. Ev 100 sal e ku rêjîma Enqerê bê navber dijminatiya gelê Kurd dike. Duhî li paytexta Kurdistanê Amedê Hevserokên Şaredariya Amedê hatin binçavkirin. Dixwazin dîsa îradeya gelê Kurd tine bikin.”

Osman Baydemîr wiha domand: “Rewşa Rojhilata Navîn gelekî xeter e. Em hemû bi hevre dibêjin peymana Saykis Bîko bidawî hatiye û ji holê rabûye, lewma ji bo aramiya hemû Rojhilata Navîn, pêwîst e stratîjiyek ava bibe. Tevî wê zilm û zordariya ku li Bakurê Kurdistanê tê kirin, mixabin li wir stratîjiyeke me tune ye. Hêvîdar im stratîjiya Kurdan jî çêbibe, da ku wek beriya 100 salî li wan neyê û dema ku sînor dîsa bên xêzkirin, ji wan jî bipirsin.”

Baydemîr gotina xwe wiha berdewam kir: “Pêwîstiya Kurd û Kurdistanê bi tifaqê heye. Azadiya Kurdan li Bakurê Kurdistanê tê wateya serkeftineke mayînde li Başûrê Kurdistanê. Lewma divê em kongireya netewî û stratîjiya Kurdan bi hevre ava bikin.”