Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mezargeha Şerfedîn tê nûjenkirin..PKKê hêj ji avahiyên hikûmî derneketiye

Şingal-KDP.info- Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mezargeha Şerfedîn li Çiyayê Şingalê tê nûjenkirin. Herwiha parkekî mezin jî li wir tê çêkirin.

Qasim Şeşo Fermandarê Pêşmerge li Mezargeha Şerfedîn li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêşrvan Barzanî serdana Çiyayê Şingalê û mezargeha Şerfedîn kir, biryar da ku ew mezargeh bê nûjenkirin, lewma niha kar li ser wê mezargehê tê kirin, herwiha peykera berxwedanê û bexçeyek jî li wir tê çêkirin, ew jî bûye cihê dilxweşiya xelkê Şingalê û derdora wê.”

Derbarê wan avahiyên hikûmî yên ku PKKê dagîr kirine, wî fermandarê Pêşmerge ragihand ku, “Piştî azadkirian Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bi serperiştiya Serok Barzanî, heta niha çekdarên PKKê ew avahî radestî aliyên pêwendîdar nekiriye. Ew çekdar jî dizanin ku Serok Barzanî ferman daye me ku em şerê birakujiyê nekin, lewma ew dernakevin, bi baweriya min eger ew li ser wê yekê bimînin dê dawiya wê nexweşî be di navbera me de.”