Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Mala Êzîdiyan ji aliyê PKKê ve hatiye damezrandin..Ti pêwendiya êzîdiyan û Şingalê pêve tine”

Şingal-KDP.info- Fermandarê Pêşmerge Qasim Şeşo ragihand ku, Mala Êzîdiyan ji aliyê çend serokeşîran û fermandarên Yekîneya Berxwedana Şingalê ve tê birêvebirin, ew mal ji aliyê PKKê ve hatiye damezrandin û ti pêwendiya kurdên êzîdî û Şingalê pêve tine, ji ber ku ew tenê fermana Serok Barzanî bi cih dikin.

Qasim Şeşo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Çingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew gotina Mala Êzîdiyan ragihandiye ku dibêje, Şingal ne mala PDKê ye, ne ti gotin e. Mala Êzîdiyan ji aliyê hejmarek serokeşîr û Yekîneya Berxwedana Şingalê ve tê birêvebirin. Ew mal pêwendiya wê bi PKKê ve heye û ew serperiştiya wê dikin. Em wek kurdên êzîdî guh nadin ti kes û aliyekî, jibilî Serok Barzanî. Ew her fermanekê derbixe em amade ne cihbicih bikin, ji ber ku eger Şingal ne mala Serok Barzanî û PDKê be, ma kî xwe li Şingalê û xelkê wê kiriye xwedî.”

Qasim Şeşo wiha domand: “PKKê rêgir e li rizgarkirina Şingalê. Em nahêlin PKK li Şingalê bimîne, ji ber ku cihê wan ne Şingal e, cihê wan Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye, bila biçin li Sûriye û Tirkiyê navçeyên xwe rizgar bikin, ne bên pirsgirêkan ji Pêşmerge û Şingalê re derxînin.”