Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“DAIŞ ji Şingalê direve..PKKê hewl dide bo berjewendiya xwe rewşê têk bide”

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê nû yê Şingalê ragihand ku, hemû amadekarî bo rizgarkirina Şingalê û navçeyên din hatine kirin, lê PKKê hewl dide bo berjewendiya xwe rewşê têk bide.

Mehma Xelîl Qayimeqamê nû yê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ li nava Şingalê pir lawaz bûye û roj bi roj direvin, ev çend roj in ku av û xwarin neketiye destê wan çekdarên ku li nava Şingalê mane. Berdewam hewar dikin, herwiha ji tirsa ti DAIŞiyekî biyanî li navçeyê nehiştine, yên ku mane xelkê Tilefer û derdora Şingalê ne.”

Xelîl wiha got: “Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî berdewam li wan didin û gelek ziyanên canî û madî digihînin wan.”

Qayimeqamê Şingalê wiha domand: “Moralê xelkê navçeyê pir bilind e, bi taybetî piştî hatina hêzeke mezin ji Pêşmerge bo navçeyê bo rizgarkirina Şingalê. Pilanekî pir baş bo wê yekê hatiye danîn û xelkê navçeyê hêdî hêdî vedgerin ser mal û hale xwe.”

Mehma Xelîl ragihand: “PKK berdewam hewl dide ku bo hinek meramên xwe yên taybet rewşa navçeyê têk bide, lê Hêzên Pêşmerge rê nade ti hêzekê ku rê li pêşiya azadkirina Şingalê bigire.”