Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nûnerê kurdên êzîdî: Pilana PKKê li Şingalê nayê qebûlkirin û emê li dijî wê rawestin

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kurdên êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, Serok Barzanî û PDKê navçeya Şingalê û xelkê wê diparêzin, herwiha ne ji mafê ti kes û aliyekî ye ku destê xwe bixe nava karûbarê Şingalê, ji ber ku li gorî agahiyan PKKê dixwaze piştî rizgarkirina Şingalê wî bajêrî dagîr bike.

Şêx Şemo Nûnerê Kurdên Êzîdî di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Şingal ser bi Herêma Kurdistanê ye û xebata PKK û PYDê li Rojava û Bakurê Kurdistanê ye, ti pêwendiya wan bi Şingalê ve tune ye. Ti demekê ew ji bo rizgarkirina xelkê Şingalê nehatine vê navçeyê, lê belê hatina wan bo meremên xwe bû û bo lêdana PDKê û tevliheviya rewşa navçeyê.”

Şamo wiha got: “PKKê berdewam kar bo têkdana rewşa navçeyê dike û ew yek bûye karê wan, niha jî ew hewl didin alozî û pirsgirêkan derxînin bi taybetî ku niha bi serperiştiya Serok Barzanî amadekarî bo rizgarkirina Şingalê û navçeyên din dike, herwiha dixwazin ligel derxistina DAIŞê Şingalê dagîr bikin.”

Nûnerê kurdên êzîdî wiha domand: “Ev salek e ew li kurerê bûn? Çima heta niha Şingal azad nedikirin? Û nediçûn Şingalê? Lewma tişta ku ew dikin, fîtne û duberekî ye û pilan e, pilana dijmin e û ew yek li cem me nayê qebûlkirin û emê li dijî wê rawestin.”