Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mehma Xelîl: Em hewlên PKKê qebûl nakin..Bila di serî de Diyarbekir bikin kanton

Şingal-KDP.info- Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê û kesayetiya kurdên êzîdî li Şingalê Mehma Xelîl got, xelkê Şingalê derbarê çarenivîsa xwe biryar didin û kes nikare destê xwe têxe nav karê Şingalê, ji ber ku Şingaê beşeke ji Herêma Kurdistanê.

Mehma Xelîl Endamê berê yê Parlamentoya Iraqê û kesayetiya kurdên êzîdî li Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê biryar dane ku bi rêya madeya 140 vegerin ser Herêma Kurdistanê, lewma niha ne ji mafê kesî ku li şûna wan biryarê bide li ser çarenivîsa xelkê Şingalê û bike kanton.”

Xelîl wiha got: “Ew kesên ku daxwaz dikin ku Şingal bibe kanton, bila di serî de Diyarbekir û Kobanî bikin kanton, wê demê bên behsa kantonê bo Şingalê bikin, ku bi ti awayekî pêweniya wan bi Şingalê nîne.”

Wî kesayetiya kurdên êzîdî li Şingalê gotina xwe wiha qedand: “PKK rêz û hurmetê li îradeya xelkê Şingalê û xwîna qurbaniyên wê nagre, ji ber ku ew hemû qurbanî hatin dan da ku têkevin ser Herêma Kurdistanê, lewma em bi ti awayekî van daxwazan ji wan qebûl nakin.”