Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamenterê DEM Partiyê bo KDP.info: Em hemû rola Serok Barzanî bilind dinirxînin

Tirkiye-KDP.info- Endamê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek dibêje, ev 30 sal in di navbera çend welatên navçeyê de nakokî û şer hene û carinan şer li welatên din jî belav dibe, ev yek jî bandorê li hemû navçeyê dike, ku Kurdistan jî beşek e ji vê navçeyê û dibe beşek ji lîstikên li ser navçeyê. Hin ji dewletan dixwazin li pirsa Kurdistanê bidin. Lê di bin her kevirekî navçeyê de pirsgirêka kurd heye û divê bi aqilî bi vê pirsê re kar bikin.

Sînan Çîftyurek ji malpera KDP.info re ragihand: “Daxuyaniya dawî ya Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku gotibû, li Kurdistanê ti rêxistineke terorîstî nîne, gaveke girîng e ku ev çend sal in şerê sar di navbera herdu partiyên sereke yên Kurdistanê de heye û divê ev şer bi dawî bibe. Ev daxuyaniya Rêber Ehmed destpêkek e ji bo bidawîhatina vî şerê sar. Armanca welatên navçeyê ji holê rakirina statuyên kurdî ye, lewma divê kurd yek bin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tişta ku pêwîst e ku kurd bi rastî yekgirtî bin. Divê herdu partiyên sereke li Başûrê Kurdistanê li hemberî astengiyan bibin yek û li Bakur jî yekîtiya xwe biparêzin.”
Çîftyurek wiha domand: “Divê sînorên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bên başkirin. Li Bakurê Kurdistanê Newroza îsal ji bo hikûmeta Tirkiyê peyamek bû ku pirsgitrêka kurd Tirkiyê û li Wan û Amedê çareser bike. Di hilbijartinan de Kurdan 80 şaredarî bidest xistin.”
Sîan Çîftyurek wiha jî got: “Em hemû rola Serok Mesûd Barzanî bilind dinirxînin, ji ber ku Serok Barzanî ji 13 salî ve Pêşmerge bû. Bêtirî 60 salî ezmûna wî ya siyasî heye. Netenê Pêşmerge bû, xwedî ezmûna dîplomatîk e. Serok Barzanî gotineke pir giring gotiye, heta ku ez sax bim, ez nahêlim şerê birakujiyê di navbera kurd û kurdan de çêbibe. Ev yek bo hemû kurdan giring e. Em ji Serok Barzanî hêvî dikin ku pişta Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bigre, li dijî welatê dagîrker. Herwiha herdu birêz Nêçîrvan Barzanî û Salih Mislim di qada dîplomatîk de bêtir kar ji bo pirsgirêka kurd bikin.”